samedi 22 novembre 2008

Bîra Qederê – Mehmed Uzun

Ev roman bi destên nemir Mehmed Uzun hatiye nivîsandin û bi hîsên wî hatiye hûnandin. Lê wek tê zanîn, Bîra Qederê destpêka berhema Mîr Celadet Elî Bedirxan e. Mixabin, qederê nehîşt Mîr Celadet daxwaza xwe pêk bîne. Di demek nepayî de, Mîr Celadet çû ser dilovaniya xwe. Lewma, nemir Mehmed Uzun ku ew jî li ber bayê qederê ket xwast berhema Mîr Celadet bi awayekî azad bi cih bîne. Bi vî awayî, Mehmed Uzun Bîra Qederê wek biyografiya Mîr Celadet pêşkeşî xwendevanên xwe dike.

Ev roman jiyana malbata Bedirxaniyan, malbatek navdar û welatparêz, tîne zimên. Pirranî û nemaze roman li ser jiyana Mîr Celadet tê avakirin. Aloziyên ku Mîr Celadet roj bi roj dibîne, wî xurtir û hêvîdartir dikin. Lê carinan, tê xuyakirin ku qedera Mîr gelekî dijwar dibe ku jiyana wî bêwate dibe.

Bêşik, romana Bîra Qederê gelek tiştan dînin zimên lê bitaybetî duh tişt bala mirovan dikişînin.

Tê fêhmkirin ku malabata Mîr Celadet ji bo doza Kurdistanê hemû hebûna xwe feda dike û xebata xwe her ku diçe xurtir dike. Ev jî dibe sedema koçberiya wan. Jixwe, piştî serhildana Mîr Berdixan, tevî malbata xwe ji ax xwe tê durxistin. Mixabin Kurdistan ji bo hemû malbata Bedirxanî dibe xeyalistan. Mam,met, pismam, birazî, bra û xuşkên Mîr Celadet û ew bi xwe jî li wetanên biyanî diçin ser dilovaniya xwe. Pirranî jî li ber bîrekî dikevin xewek kûr û hew hişyardibin.

Mîr Celadet bi welatparêziya xwe baş tê naskirin lê ew damezrînerê gramera kurdî ye jî. Ev roman di vî warîde keda Mîr Celadet nîşan dide. Bi rastî ked û xebata wî tu carî nikare were ji bîrkirin. Mîr Celadet bi derfetên dijwar û hindik ji bo pêşveçûna zimanê kurdî bi şev û roj hewl dida. Divê em birayê wî Mîr Kamuran jî ji bîrnekin û xebatên wî yên li ser zimanê kurdî pîroz bikin.
Mîr Celadet mirovek hêja û pêşdîtî (visionary) bû. Ew pirr zû têgihîşt ku zimanê kurdî nîşana nasnamê ye. Lewma, bi daxwaz û hêviyek xurt li ser zimanê kurdî xebitî.

Bi vî awayî, Bîra Qederê Mîr Celadet ji zaroktiya wî heta mirina wî dişopîne û tabloyek xemgîn dide ber çavên me. Bêgûman, ev tablo ji bo kurdan gelekî klasîk e ji ber ku qeder bûye mêvanê hemû kurdan. Lewma, dema ku mirov wek kurdekî vê romanê dixwîne navberoka wî baş fêm dike.

Bi rastî, ev romanek zor pîroz û birûmet e. Nemir Mehmed Uzun bi zimanek nerm û delal dewlemendiya zimanê kurdî dîsa da xuyakirin. Stîla wî xwendevanan dibe cîhanek ku hîsên mirovan nikarin werin qedexekirin.

Feqiyê Teyran

Aucun commentaire: